Sîyasî

Osman Baydêmîr: r’ola Me’sûd Barzanîyê lîdêr gelekî girînge

Şuxulk’arê sîyasîyî k’urd Osman Baydêmîr e’lam kirîye, wekî r’ola Barzanîyê lîdêr nava yektîya miletîyêda gelekî girînge.Baydêmîr, yê ku li parlamênta K’urdistanê qesidîbû, t’evî cîgirê serokê parlamênta K’urdistanê Hêmin Hewramî bona prêssaê e’lametî belav kirîye. ” Bona min eva r’ojeke dîrokîye. Bo min qedir û fir’naxbûna mezine, ku ez li wê parlamênta K’urdistanême, li k’îderê wek’îlên h’emû partîya hene”,-Baydêmîr gotîye.Bi bilind qîmetkirina şuxulk’arîya parlamênta K’urdistanê, Baydêmîr gotîye,wekî eva mecala başe bona herçar p’arç’ên K’urdistanê û mecaleke başe bona h’emû k’omên êt’nîkîye li r’ohilata navîn. “Min bi ç’e’vên xwe dît,wekî eva parlamênta k’urdaye, li k’îderê miletên t’irkmên, e’reb, ermenî, usa jî ji dînên mesîhîya, kakaya, êzdîya û musulmana hene.Heger li p’arç’ên T’irk’îyayê, Sûrîyayê û Îranê jî vî cûr’eyîbe, wî çaxî wê bê k’ifşê, ku aşîtî û dêmokrasîye”,-Baydêmîr gotîye.Paşê Baydêmîr derheqa yekîtîya k’urdada xeberdaye.Hêmin Hewramî sirîya xweda gotîye,wekî parlamênta K’urdistanê wek’îla h’emû ol û dînên li K’urdistanêye û ew dixwezin ku pirsgirêka k’urd bi r’îya e’dil bê h’elkirinê.Baydêmîr pêşda r’astî Barzanîyê lîdêr hatibû û ewî r’azalixî Me’sûd Barzanî kirîye û gotîye: “Ez ji seredana xweye li K’urdistanê û hevdîtina t’evî birêz Me’sûd Barzanî r’azîme”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button