H’emû nûçe

Pênc welat, li k’îderê ermenîya nîşana xwe hiştine

Tiştekî gelekî xweşe,wextê ku tu li welatekî bîyanî tiştekî xwe dibînî.Ew yek dubare xweş dibe,wextê ku tu dibînî, ku mîrat’eke t’am li wir heye, bi t’aybetî li welatekî usa, yê ku Ermenîstanêva girêdayî nîne.Hatîye dîyarkirinê,wekî ew welatên usanin, li k’îderê dîyaspora ermenîya t’unebûye. Mesele Sîngapûr, li k’îderê kal û bavên ermenîya t’unebûne, lê birayên Sargîsa li wir hot’êleke e’yan vekirine û Xaçîk Mozês jî r’ojne’ma e’yan weşandîye.Li wir usa jî dêra ermenî heye.Em derheqa Kolûmbîyaêda jî bêjin.Li Kolûmbîyayê cûr’ekî qawê bi navê Ermenîstanê tê navkirinê.Deştên qawêye mezin li wir hene û dawîya sedsala 19-a li wir bajar’ hatîye h’îmdanînê, navê k’îjanî danîne Armênîya.Cûr’ekî qawê çawa “Armênîya” tê navkirinê.Li Portûgalîyayê derheqa Ermenîstanêda zanin.Meriv dikare bêje,wekî eva bi saya Galûst Gyûlbênkyane.Ewî şuxulê neftê kirîye û xêrkirekî e’yan bûye.Gyûlbênkyan bi we’dê kurtva li Portûgalîyaê bûye, lê h’etanî dawîya e’mirê xwe li wir bûye.Li Bangladêşê dîyaspora ermenîya îdî zûva t’une, lê dêra ermenî li wir maye û tûrîst li wir diqesidin.Ew dêr sala 1781-ê hatîye çêkirinê.Sala 1848-a jî Nîkolas Pog’os li vir mek’t’eba şexsîye e’wlin çê kirîye. Derheqa Yêvt’opîyaêda jî em bêjin,wekî stirana Yêvt’opîyayêye miletîyêye dua’kirinê ermenî nivîsîye.Xudanê wê stiranê Gêvorg Nalbandyane.Em usa jî bêjin,wekî baylozê Yêvt’opîyaêyî e’wlin, ku çûye Avropayê, ermenîyê bi navê Mat’êvos bûye.Ewî ji navê mala p’adişê Yêvt’opîyayê t’evî Portûgalîyayê û R’omayê hevr’axeberdan derbaz kirine, bona ku ew piştgirîya leşkerî bidine wan, çimkî musulman êrîş biribû li ser Yêvt’opîyayê. Dîroka p’êwendîya ermenîya û Yêvt’opîyayê ji du h’ezar salî zêdetire.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button