H’emû nûçe

Li Yêrêvanê e’melyetkirina Arzinda sê salî baş derbaz bûye

Arzinda îraqîye sê salî, ya ku li Yêrêvanêye, 24-ê sibatê hatîye e’melyetkirinê.E’melyetî li merk’eza Yêrêvanêye “Nork’-Maraşê”-ye doxtirîyê hatîye kirinê.Çawa ku ji merk’eza doxtirîyê e’lamî ” Armênprêss”-ê kirine, e’melyetkirin deha seh’eta k’işandîye û baş derbaz bûye.Vê gavê zar’ xwexwe bîna xwe dik’işîne.Arzinda sê salî mala êzdîyaye mihacirada bûyî h’ewcetîya e’melyetîyê hebûye, k’îjan li welatê wêda nikaribûn bianîyana sêrî.Ew şeş mehî bûye, wextê t’exmîn kirine, ku problêma sag’lemîya wê heye.Sala 2O19-a bi saya xudanê r’ewa “Avrora”-yê Mîrza Dînayî û “Lyûft’bryûk’ê Îraq” /p’ira hewê Îraq/ çend r’oj pêşda Arzinda cîguhastî merk’eza doxirîêye ” Nork’ Maraşê”, kiribûn wekî li vir sirîya alîk’arîya doxtirîyê derbazkin.Bona cîguhastina li Ermenîstanê û bona alîk’arîya doxtirîyê alî zar’a ç’ûk û dayîka wê kirine parlamentvanê parlamênta Ermenîstanê R’ûstam Bek’oyan, wezîrê sag’lemîxweykirinê Arsên T’orosyan, baylozê Ermenîstanêyî li Îraqê Hraçya P’oladyan, merk’eza doxtirîêye ” Nork’ Maraş”-ê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button