Sîyasî

Li Ermenîstanê lêk’olîna 95 merivaye bona dîtina koronavîrûsê hatîye mîyaserkirinê

Anegorî h’esabên t’eşkîleta h’emdinîyaêye sag’lemîxweykirinê, h’etanî 26-ê sibatê bi dereca global, 811O9 merivên wê nxweşîyê k’etî hatine dîtinê. Li Çînistanê 78191 merivin, ji k’îjana 2718 meriv wefat bûne.Ji Çînistanê der li 37 welata 2918 meriv nexweş k’etine, ji k’îjana 43 meriv wefat bûne.27-ê sibatê îdî hatîye dîyarkirinê,wekî li Çînistanê r’eqema merivên nexweş gihîştîye 778631 merivî, ji k’îjana 32654 meriv qenc bûne, lê 2747 merif wefat bûne.Li t’emamîya dinîyayê r’eqema wan meriva gihîştîye 822O6 merivî, lê ji Çînistanê der li 46 welata reqema nexweşa gihîştîye 3575 merivî.Arênprêssê r’agîhandîye,wekî anegorî h’esabên wezîreta Ermenîstanêye sag’lemîxweykirinê,nava doranên şer’k’arîya dijî wê nexweşîyê, li Ermenîstanê 95 meriv kontrol kirine û ew nexweşî nehatîye dîtinê.Bi wê yekêva t’evayî hazirîyên li nexweşxana tên mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button