H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê têstên girêdayî koronavîrûsêr’a ç’areserkirîne

Li Ermenîstanê h’ezar têstên bona kontrolkirina nexweşîya koronavîrûê hene.H’evtîya tê wê dîsa du h’ezara bînin.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî sag’lemîxweykirinê Arsên T’orosyan gotîye. H’ezar têst jî wê ji ŞAY bêne anînê.Wezîr gotîye,wekî ew têst ji alîyê t’eşkîletên navnet’ewîda hatine şandinê. Bi gotina wezîr bona destanîna têsta, dîsa çend alî tên gotûbêjkirinê, bi t’aybetî alîyê Çînistanê û Anglîyayê.Wezîr daye bawarkirinê,wekî ji dudê meha çileda sîstêma sag’lemîxweykirinê xebata mezin mîyaser kirîye û niha jî dike, p’êşezan, merivên cabdar h’emû mecalên anegor didine xebatê.Em bêjin,wekî li Ermenîstanê îzbat bûye,wekî merivek bi wê nexweşîyê heye.Ew meriv welatîyê Ermenîstanêyî 29-salîye, yê ku bi teyarê 28-ê sibatê ji T’êhranê hatîye Yêrêvanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button