H’emû nûçe

H’ukumata Herêma K’urdistanê mecalên nû dijî koronavîrûsê pêşda dik’işîne

Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî civîna h’ukumatê derbaz kirîye,wextê k’îjanê mecalên nû bona şer’k’arîya dijî belavbûna koronavîrûsê hatine pêşdak’işandinê. H’ukumatê qirar kirîye ku h’emû civînên r’uh’anî û usa jî berevbûn, nava wanda dua’kirinên r’oja cumh’ê li mizgefta derbaz nekin.Wextê civînê usa jî hatîye qirarkirinê,wekî kontrolkirinên li ser h’idûd bidine berk’kirinê, lê k’ir’în- frotan gerekê aktîv bimîne.Ev qirar peyî wê yekêr’a hate qebûlkirinê,wextê ku li K’urdistanê nexweşê e’wlin wefat bû.Anegorî h’esabên fermî, here kêm pênc merivên nexweş hene.H’ukumatê usa jî t’eslîm kirîye ku guhdarîya mezin bidine li ser qamp’ên mihacira û p’êwendîyên xwe t’evî Organîzeyên Navnet’ewî xweykin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button