H’emû nûçe

Bona lezêxistina milahîmkirina r’êjîma vîzayêye di navbera Yektîya Avropayê û Ermenîstanêda me’nîke baş heye

Nava herdu salên dawîda cara e’wline, ku r’eqema welatîyên Ermenîstanêye ku statûsa welatvanîyê ji welatên mayîn dixwezin, ji 6875 merivî gihîştîye 3525 merivî. Derheqa wê yekêda sedirê komîsîya parlamênta Ermenîstanêye pirsên întêgrasîya Avropî Arman Yêg’oyan gotîye.Bi fikira wî werguhastina nava wan r’eqemada me’nîke başe, ku dîyaloga bona milahîmkirina r’êjîma vîzayê bidine lezêxistinê. “Tirsa h’îmlî wextê destpêkirina milahîmkirina r’êjîma vîzayê ew bû, wekî diqewime merivên ku statûsa welatvanîyê dixwezin zêdebûya. Ev r’eqem wê tirsê dide alîkî”,- Yêg’oyan gotîye.Arman Yêg’oyan usa jî derheqa seredana Nîkol P’aşînyanê serekwezîre li Bryûsêlê xeberdaye, nava r’ojeva k’îjanêda dîyaloga Ermenîstanê û Yektîya Avropayêye û usa jî p’êwendîyên t’evî partîya Yektîya Avropyaêye here mezin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button