H’emû nûçe

Bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê, p’êşekzanên t’eşkîleta h’emdinîyaêye sag’lemîxweykirinê hatine Yêrêvanê

Bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê, p’êşekzanên t’eşkîleta h’emdinîyaêye sag’lemîxweykirinê hatine Yêrêvanê, yên ku wê hazirîya neweşxana û lêk’olînên laboratorîya qîmet bikin. Kontrola qewatkirîye li ser h’idûd berdewam dibe.Kontrola berk’ li ser welatîyên ji Îranê,Îtalîyayê, Çînistanê, Yaponîyayê, Korêya Başûr hatî, tê mîyaserkirinê. Nava wê navnîşêda usa jî navên Fransîyayê, Almanîyayê û Îspanîyayê wê bên zêdekirinê.Avtomaşînên barbire ji Îranê hatî bi r’êberîya polîsîyayê û p’êşekzanên wezîreta sag’lemîxweykirinê hatine cîguhastinê.Kontrola li ser şofêrên avtomaşîna berdewame.H’etanî r’oja îroyîn 211 analîzkirin hatine mîyaserkirinê, ji k’îjana merivek nexweş bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button