H’emû nûçe

K’urda 79 leşkerên t’irka t’une kirine

Qulixdarîya prêssayaê, ya hêzên p’arastina gel e’lam kirîye,wekî opêrasîyona berfire hatîye mîyaserkirinê, ya ku dijî eskerê t’irka bûye.Hatîye r’agîhandnê,wekî partîzanên k’urd derb gîhandine cêrga avtomaşînên t’irka.Dudê adarê di navbera neh’îyên Bazîdê û gundê Hûrblakê derb gîhandine eskerên t’irka. Sê ot’obûs û maşîneke zirih’kirî k’etine bin agirbarandinê û hatine t’unekirinê.K’omên t’irkaye mayîn cêr’ibandine t’evî wê p’evçûyînêbin, lê ew jî k’etine bin wê gulebarandinê.Bi t’omerî hildayî 79 leşkerên t’irk hatine kuştinê û partîzanên k’urd paşda veger’îyane li bazayên xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button