H’emû nûçeSereke

R’ûê koronavîrûsêda Ermenîstanê we’delû seredanên ji Îranê dane sekinandinê

Bi h’esabhildana h’alê r’ûê koronavîrûsêda pêşdahatî di navbera Ermenîstanê û Îranêda seredanên ji Îranê we’delû hatine sekinandinê.Derheqa wê yekêda malp’er’a wezîreta Ermenîstanêye k’arên der nivîsîye.Bi qirara h’ukumatêye mayîn ji h’evtê adarêda bona seredanên welatîyên Îranêye li Ermenîstanê pêwîste pêşda, berbir’î baylozxane û konsûlxana Ermenîstanêye li welatên mayîn bibin, bona ku vîzayê bistînin.Gilî derheqa wê yekêdane,wekî di navbera Ermenîstanê û Îranêda r’êjîma vîzayê t’unebû, lê bi we’delû ew yek hatîye sekinandinê.Wezîreta k’arên der usa jî r’agîhandîye,wekî baylozxana Ermenîstanêye li Îranê bi r’êjîma qeydeder dixebite û vîzayê t’enê bi sîstêma êlêktronîye E-VISA-ê dikarin bistînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button