H’emû nûçe

K’urdeke ji Mêk’sîkayê bûye endama malbeta p’adişa Brîtanîyayê

Xebatk’ara têlêvîzîyona mêk’sîkî-k’urdî wextê hevp’eyvîna t’evî R’ûdawê derheqa wê yekêda daye dîyarkirinê,wekî piştî zewaca t’evî Hênrî R’opêr K’êrzon ew bûye endama malbeta p’adişa Brîtanîyayê.Xebatk’ara têlêvîzîonê Hanna Ce’f, nivîsk’ar û  him jî  aktîvîste.Ew piştî t’evbûna t’evî progirama r’êalît’î-şoûyê  Nêtflîk’sê e’yan bû.Meha çileya sala îsalinda ewê Hênrî K’êrzonê 34-salî stend.Şaya wan wê meha tîrmehêda bibe.Ew sala 1986-a li San Dîêgoyê, li ştata Kalîfornîyaê ji dayîk bûye û tê h’esabê çawa welatîya Mêk’sîkayê. Bavê wê ji e’şîra Ce’faye û ew e’şîr li K’urdistana Îraqê e’yane.Hanna Ce’f zankoya Harvardê demam kirîye û niha jî fonda bi navê “Ce’fda” dixebite, ya ku piştgirîyê dide mihacira û mîgrantên ji 2O welatên dinîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button