SerekeSîyasî

Pêntagon: T’irk’îyaêyê komplêk’sên r’okêtaye Patrîot nestîne, h’etanî ku ew komplêk’sên C-4OO paşda veneger’îne R’ûsîyayê

T’irk’îyayê komplêk’sên r’okêtaye Patrîot nestîne, h’etanî ku ew komplêk’sên C-4OO paşda veneger’îne R’ûsîyayê. Derheqa wê yekêda alîk’arê wezîrê ŞAY-yî p’arastinê Conat’an Hofman e’lam kirîye.R’ojekê pêşda Êrdog’an e’lam kiribû,wekî ŞAY t’abîya xweye hindava pirsa r’okêtên R’ûsîyayêda daye milahîmkirinê. Pêşîya wê yekê serokê T’irk’îyayê gotibû,wekî r’okêtên R’ûsîyayê wê meha nîsanêda bêne xebitandiê.Feqet ŞAY t’abîya xwe daye dîyarkirinê û zelal kirîye, ku h’etanî komplêk’sên R’ûsîyayê paşda veneger’înin, T’irk’îyayê komplêk’sên Patrîot dest bîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button