H’emû nûçe
Dîsa du nexweşên bi koronavîrûsê hatine dîtinê: r’eqema nexweşa gihîşte h’eyşta:Arsên T’orosyan
Li cem du meriva jî nexweşîya koronavîrûsê îzbat bûye.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî saxlemîxweykirinê Arsên T’orosyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.Bi vî cûr’eyî r’eqema nexweşa gihîşte h’eyşta.Wezîr nivîsîye,wekî ew merivên ku t’evî nexweşa nava p’êwendîyên fîzîkîda bûne û hatibûne başqekirinê, ji wana li cem duda koronavîrûs îzbat bûye.Malbetên wan jî hatine başqekirinê.