H’emû nûçeSereke

Wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê r’astî Ancêy Kasprşîk hatîye

Wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê Davît’ Tonoyan wek’îlê sedirê Organîzeya Hevk’arî û Bêqezîyabûna Avropayê Ancêy Kasprşîkê bayloz qebûl kirîye.Wextê r’asthatinê wezîr h’alê li ser sînor, t’er’ibandinên r’êjîma agirbestê r’aber kirîye.Wezîr xemgînîya xwe girêdayî t’er’ibandinên van axirîyar’a daye dîyarkirinê. Davît’ Tonoyan gotîye,wekî pêşdaçûyînên r’êgîyonêye gêopolîtîkî, h’alê êkonomîka navnet’ewî, û h’al bi t’omerî hildayî t’evlîhevbûna h’al mezin dikin.Girêdayî wê yekêr’a wezîr t’eşîldarîyên milahîmkirina h’alê sert girîng h’esab kirîye. Kasprşîkê bayloz hazirî e’lam kirîye,wekî ce’dandinên here mezin wê bêne xebitandinê, ku h’al bê milahîmkirinê. Pirsên derheqa merivên ku nava dîltîyêdanin û pirsên hûmanîtar hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button