Sîyasî

ŞAY komplêk’sên r’okêtaye Patrîot cîguhastî li Îraqê dikin

ŞAY destpê kirîye komplêk’sên r’okêtaye Patrîot cîguhastî li Îraqê bikin, bona ku bazayên amêrîkîye li wir bip’arêzin.Derheqa wê yekêda fermandarîya hêzên ŞAY-ye leşkerî gotîye.Wextê birîfînga li Pêntagonê, gênêral K’ênnêt Makk’ênzî daye zelalkirinê,wekî niha li Îraqê cîyên wan komplêk’sa tên hazirkirinê.Bi gotina wî t’evî komplêk’sên zênît’îyêye mayîn, usa jî komplêk’sên r’okêtaye başqe jî wê hebin, yên ku t’opa jî t’une dikin.Makk’ênzî daye dîyarkirinê,wekî matêrîyalên anegor îdî hatine cîwarkirinê, bona ku komplêk’sên Patrîot li wir cîwarkin.Em bêjin,wekî pêşda baza li T’acîyê hatibû êrîşkirinê û r’ûê wê yekêda sê qulixçîyên leşekrî hatibûne kuştinê.Wî çaxî 15 r’okêt berdabûn berbi baza leşkerîye li T’acîyê. Çawa caba wê yekê leşkerên ŞAY derbên avîyasîyon gîhandine cîyên k’oma “Batayî Hêzbolah”-ê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button