Sereke

K’olanên Hewlêrê vala bûne

Kela Hewlêrêye qedîm her dem bi mêvanên ji welatên dinîyayêye cuda-cuda t’ijî dibûn.Feqet r’ûê gavên bo şer’k’arîya dijî koronavîrûsê t’enê kevok hewşêda diger’in.H’emû r’ê û bazar bi du r’ojava li Hewlêrê û Silêmanîyê hatine girtinê.Ev h’al wê h’etanî 15-ê adarê berdewambe.Wezîreta k’arên hundur’ gumane bi vî cûr’eyî pêşîya koronavîrûsê bigre, bona ku nava cime’ta berevbûyîda ew belav nebe. H’alê vî cûr’eyî usa jî li h’emû provînsîyayên Îraqê hatîye e’lamkirinê. T’enê merivên govekên cuda, mesele k’armendên doxtirîyê, xebatk’arên sîstêma avdayînê û usa jî r’ojne’mevan dikarin her’in û bên.H’etanî niha li Hewlêrê 28 merivên bi koronavîrûsê hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button