Sereke

Serekwezîr Barzanî:h’ukumata herêmê bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê t’u qewata nahêvşîne

H’ukumata Herêma K’urdistanê wê t’u qewata nehêvşîne bona wê yekê, bo ku koronavîrûs li herêmê bevlav nebe. Derheqa wê yekêda Me’srûr Barzanîyê serekwezîr e’lam kirîye û bangî welatîya kirîye, ku guhdarîya gotinên wezîreta saxlemîxweykirinê bikin. Ewî bîr anîye,wekî h’ukumata herêmê nava welatên dinîyayêye e’wlindane, yên ku gavên anegor dijî koronavîrûsê avîtin, çimkî h’ukumata herêmê byûcêya mexsûs bona wê prosêsê cuda kir.”Me byûcêt cuda kir, bona ku vîrûs belav nebe, lê wextê ku me t’exmîn kir, ku qezîya dikare hebe, me mek’t’eb, zanko dane girtinê, şuxulk’arîya organên h’ukumatê dane sekinandinê, çûyîn-hatina li ser h’idûd da sînorkirinê, t’eşkîldarîyên civakî dane kêmkirinê û kontrola li ser sînora da berk’kirinê”,-Mes’rûr Barzanî gotîye. Serekwezîrê k’urd usa jî bangî welatîya kirîye, ku hevk’rîyê t’evî h’ukumata herêmê bikin, bona ku h’al bin kontrolêda bimîne. “Ez gumanim, wekî heger em piştgirîyê bidine hevdu û guhdarîya wezîreta saxlemîxweykirinê bikin, emê ji nava vî h’alî derk’evin”,-serekwezîr gotîye.Ewî serxweşî daye malbeta wî merivê ji koronavîrûsê wefatbûyî û qencbûna lez bona 28 nexweşên mayîn xwestîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button