H’emû nûçe

H’ukumatê qirar kir ku ji seh’eta 18-a derbaz 3O-î deqeyî h’alê qeydeder e’lamkin

Duh h’ukumata Ermenîstanê wextê civîna xwe qirar qebûl kir wekî bi h’esabhildana h’alê r’ûê koronavîrûsêda pêşdahatî, h’alê qeydeder li Ermenîstanê e’lamkin.Anegorî qirara h’ukumatê ji 16-ê adarêda h’etanî 14-ê nîsanê gerekê h’alê qeydeder bê xweykirinê.Wezîrê e’daletê R’ûstam Badasyan guhar’tinên nava proêktêda r’aber kirine û xalên wê qanûnê cuda-cuda dane dîyarkirinê.Anegorî qirarê welatîyên Ermenîstanê nikarin ji Ermenîstanê der bik’evin û t’enê ewên ku bara cî diguhêzin dikarin derk’vin.Definkirina meriva wê bi qirara k’oma ku hatîye bijartinê li neh’îyên Ermenîstanêye k’ifşkirî bêne derbazkirinê.Piştî wê yekê civîna parlamêntê derbaz bû, ya ku duh h’alê pêşdahtî gotûbêj kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button