SerekeSîyasî

Misirê piştgirîya leşkerî bide k’urdên Sûrîyayê

Ji wî çaxîda çawa ku ŞAY piştgirîya hêzên Sûrîya Dêmokratîk kirin, p’ir’anîya k’îjana k’urdin, eskerên t’irka nava Sûrîyayêda pêşda çûn û hinek k’urd r’ûê wê yekêda berbi neh’îyên bakûr-r’ohilatê çûn.T’irk usa jî piştgirîya cîhadîsa li provînsîya Îdlîbê dikin.Kanîyên înformasîyone ku navên xwe nadin r’agîhandinê,wekî Misir piştgirîya leşkerîye mezin dide hêzên Sûrîya Dêmokratîk, bona ku nava şer’k’arîya t’evî T’irk’îyayê alî k’urda bikin. Misirê usa jî li Qahîrê ofîsa dîplomatî daye hêzên Sûrîya Dêmokratîk û mecala stansîya têlêvîzîyonê jî dayê.Piştî vê yekê yektîya Mîrtîyên E’reba û E’rebistana Saûdîyê piştgirîya fînansî didine hêzên Sûrîya Dêmokratîk. Nava dewletên e’rebada Misir cîyê pêşindane, ya ku alîk’arîyê dide k’urdên Sûrîyayê bona ku dagirkirina t’irka bê sekinandinê.T’irk’îyayê nava dewletên e’rebada bi t’aybetî hêrsa Misirê û Yektîya Mîrtîyên E’reba r’akirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button