H’emû nûçe

H’emsedirên k’oma Mînskê e’lametî belav kirine

H’emsedirên k’oma Mînskê Îgor Popov, Stêfan Vînskontî, Êndryû Şofêr dane dîyarkirinê,wekî monîtorîngên ji alîyê wek’îlê sedirê Organîzeya Hevk’arî û Bêqezîabûna Avropayêda hatine sekinandinê û ew yek belevbûna koronavîrûsêva girêdaîye.H’emsedira bangî alîya kirîye,ku r’êjîma agirbestê xweykin û ji kirinên provokasîyon paşda bisekinin, k’îjan dikarin li r’êgîyonê h’al diha bidine sertkirinê.Bi h’esabhildana wê yekê,wekî r’êsûrsên doxtirîyê h’îmlî gerekê bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê bêne xebitandinê, h’emsedira bangî alîya kirîye, ku r’îskên sertbûna h’al bighînine dereca lape nimiz.Nenihêr’î wê yekê,wekî sînorkirinên sefera hene, h’emsedirê ce’dandinên xweye navçîgarîyê berdewam bikin, wê bi hevr’a usa jî t’evî alîya nava p’êwendîyadabin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button