H’emû nûçeSereke
Serekwezîrê Ermenîstanê girêdayî cejina Newrozêr’a bi pîrozbahîyê berbir’î dîyaspora k’urdên Ermenîstanê bûye
Girêdayî cejina Newrozêr’a, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr bi pîrozbahîyê berbir’î dîyaspora k’urdên Ermenîstanê bûye. Ji admînîstrasîya serekwezîrê Ermenîstanê r’agîhandine,wekî nava pîrozbahîyêda h’îmlî hatîye gotinê: “Ez bi germayî wek’îlên dîyaspora k’urdên Ermenîstanê girêdayî Newrozê, sala Nûr’a, pîroz dikim.Ez bo we aşîtîyê, h’izkirinê, gulvedanê dixwezim.Ez dixwezim ku ev cejina biharêye ku sîmvola jîyana nûye, bona welatîyên Ermenîstanêye k’urd bibe destpêka înîsîyatîva pêşk’eftinê û destanîna. Bona dîyaspora k’urdên Ermenîstanê ez qewînbûnê bona xweykirina heyîna miletîyê, çandê usa jî bona çêkirina pêşer’oja dêmokratîke gulvedayî li welatê me dixwezim”.