H’emû nûçe

14OO merivên yaşên xweda mezin û t’enêmayî wê alîk’arîyê bistînin

Bi hevk’arîya t’evî wezîreta Ermenîstanêye xebatê û pirsên sosîyalî, t’eşkîleta “Xaçê ermenîyî sor” wê xurek û eşîyayên hîgîênîke bona mehekê û sê meha piştgirîyê bidine 14OO welatîya. Nava e’lametîya merk’eza înformasîyonda hatîye nivîsarê,wekî ew meriv h’îmlî merivên yaşên xweda mezin û t’enêne, yan jî pirsgirêkên wane t’endurustîyê hene, dik’evine nava k’îjana usa jî mihacirên ermenîye ji Sûrîyayê.Em bêjin,wekî 2O-ê meha adarê e’yan bû,wekî xurekê bona mehekê wê bidine 4O41 merivên ku t’enê dijîn.Em bîr bînin, wekî r’oja 22-ê adarê r’eqema nexweşên bi koronavîrûsê gihîştîye 19O merivî.Du meriv qenc bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button