H’emû nûçe

Ewên ku r’êjîma kar’antînê bit’er’ibînin, wê li ber cabadarîyê bisekinin

Civîna parlamêntêye ji sirêder îro bi yekdengî qanûn qebûl kir, anegorî k’îjanê ew merivên ku wextê h’alê qeydeder qanûnên pêşdak’işandî dit’er’ibînin, wê li ber cabdarîyê bisekinin.Ewên ku qanûnên kar’antînê bit’er’ibînin wê bi p’era bêne cirmkirinê, lê heger r’ûê t’er’ibandinên wanda meriv nexweşk’evin, bi we’dê mehekê h’etanî sê meha dikarin bên girtinê.Lê heger r’ûê wanda merivên nexweşk’etî zyana giran bistîne, wî çaxî ji du sala h’etanî çar sala dikarin bên girtinê. Pêşda ev pêşnîyar t’unebûn, bo wê yekê jî guhar’tin hatine kirinê. Ev qanûn piştî îmzekirina serokk’omar û belavkirina r’esmî wê k’ar bike. Çi ku derheqa xebata prêssayêdane, wezîrê e’daletê gotîye,wekî têrmîna mecalên prêssayê werguhêzî têrmîna mecala ku şuxulk’arîya înformasîyayê dike, çimkî tê h’esabê,wekî malp’er’ên êlêktronî çawa pirêssa nayên h’esabê.Û heger înfomasîya wê malp’er’êda ya ner’astibe û neyê derxistinê, wî çaxî ji 5OO h’ezarî h’etanî mîlîonek diram ewê bên cirmkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button