H’emû nûçe

H’alê girêdayî koronavîrûsêr’a dikare diha zêde bik’işîne:P’aşînyan

Wextê civîna komîsîya ku xebatên şer’k’arîya dijî koronavîrûsê dide koordînasîyakirinê, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr e’lam kirîye,wekî anegorî lêk’olîna ev h’al dikare diha dirêj bik’işîne. “Em gerekê bînin ber ç’e’vê xwe, ku emê jîyana li Ermenîstanê çawa t’eşkîlkin.Em gerekê zonayên aza û bêqezîya sazkin, li k’îderê nava qewilên bêqezîyada, jîyanê t’eşkîlkin”,-P’aşînyan gotîye.Bi gotina wî, li t’emamîya dinîyayê girêdayî koronavîrûsêr’a t’u tişt e’yan nîne.Înformasîyayê usa tên stendinê, anegorî k’îjana em pê dih’esin, wekî li welatên dinîyaêye here pêşk’eftî jî dêfîsîta t’êsta heye.P’aşînyan gotîye,wekî şuxulk’arîya h’ukumatê gerekê p’araveyî ser du p’arabe, ya komîsîyayê, ya ku gerekê pirsên opêratîv h’elke û ya dijî krîzîsê, dijî k’îjanê gerekê gav bêne avîtinê.Em bîr bînin,wekî ji 16-ê adarê h’etanî 14-ê nîsanê r’êjîma qeyder hatîye e’lamkirinê.H’emû îdarên xwendinê û merk’ezên çandê hatine girtinê, h’emû t’eşkîldarîyên civakî wê neyêne derbazkirinê. 23-ê adarê jî parlamênta Ermenîstanê qanûna derheq t’er’ibandina kar’antînêda qebûl kir.Em bêjin, wekî h’etanî r’oja îroyîn 194 nexweşên bi koronavîrûsê li Ermenîstanê hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button