SerekeSîyasî

K’ulfeta Dêmîrt’aş bang kirîye, ku girtîyên sîyasîye li T’irk’îyaê aza berdin

Basak Dêmîrt’aşê, k’ulfeta şuxulk’arê k’urdî sîyasî Salh’edîn Dêmrt’aş, bangî h’ukumata t’irka kirîye, ku girtîyên sîyasî aza berdin. çikî r’eqema nexweşên bi koronavîrûsê zêde dibe.Ewê daye dîyakirinê,wekî h’ebsên t’irka bi girtîyava t’ijîne, li k’îderê hewa jî t’êrê nake.Qewilên h’ebsê gelekî xirabin û ew yek r’îskeke mezine.Basak Dêmîrt’aşê ev e’lametî peyî wê yekêr’a belav kir,wextê ku h’ukumata T’irk’îyayê qedexe kir, ku îzina malbetên girtîya t’une, bi we’dê du h’evtîya her’ine cem girtîya.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button