H’emû nûçe

Ermenîstanê h’emû dermanên ku li dinîyayê dijî koronavîrûsê didine xebatê, dest anîne

Ermenîstanê ew h’emû derman dest anîne, k’îjana bona koronavîrûsê didine xebatê û nava pirsa qenckirinêda encamên baş didin.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî saxlemîxweykirinê Arsên T’orosyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. “Me ew h’emû derman dest anîne, k’îjana bona qenckirina koronavîrûsê didine xebatê.Baza ku şe’detîya wê yekê dide, hela hê usa mezin nîne, ku em bi sed selefî gumanbin, ku k’îjan derman vê nexweşîyê qenc dike.Lê ew h’emû dermanên ku li welatên dinîyayêye cuda-cuda encam dane, niha li cem me hene û em wana didine xebatê”,-T’orosyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button