H’emû nûçe

Li Dîlîcanê bona merivên nava kar’antînêda li derva konsêrt hatiye t’eşkîlkirinê

Întêrnêtêda vîdêyok hatiye belavkirinê, k’îjanêda tê k’ifşê ku çawa li Dîlîcanê bona welatiyên nava karantînêda, hinekî ji avahiyê karantînê dûr, konsêrt hatiye t’eşkîlkirinê. Ev vidêo usa jî serokê qeza Kotaykê R’omanos Pêtrosyan belav kiriye û binda nivîsîye: “Ermenîstan bi r’ojên me…Saxlemiyê bo we dixwezim”. Em bêjin, wekî h’etanî 23-ê adarê 194 nexweşên bi koronavîrûsê li Ermenîstanê hebûn. Ji 16-ê adarêda h’ukumata Ermenîstanê h’alê ji qeydeder e’lam kiriye. Îdarên xwendinê,baxçên zar’oka, merk’ezên civakîye cuda-cuda girtîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button