H’emû nûçe

Li Ermenîstanê kêmasîya eşîyayên pêwîstîya e’wlin t’une

Niha li Ermenîstanê, mîna berê kêmasîya eşîyayên pêwîst û xurek t’une.Derheqa wê yekêda wextê r’asthatina t’evî r’ojne’mevana, sedirê komîsîya dewletêye p’arastina konkûrênsîya êkonomîkî, Gêg’am Gêvorgyan gotîye.Bi gotina wî, r’îya “Larsa Jorin” vekirîye û bar bi r’êjîma normal tên. “Em bangî welatîya dikin, ku ew t’evlîhev nebin, çimkî pêwîstîya wê yekê t’une.Wan r’ojên giran jî wextê ku cime’tê gelek tişt dik’ir’în, wî çaxî jî dexlên sûpêrmarkêta vala nemane. Niha li h’emû sûpêrmarkêtada dereca k’ir’înê kêm bûye”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button