H’emû nûçeSereke

Organîzeya Net’ewên Yekbûyî bang kirîye, ku r’ûê koronavîrûsêda derbazî agirbestêbin

Wek’îlê k’atibê Organîzeya Net’ewên Yekbûyî, yê alîyê pirsên Sûrîyayê Gêyr Pêdêrsên bang kirîye, ku li Sûrîyayê agir bidine sekinandinê, agirbestê e’lamkin, çimkî qezîya koronavîrûsê heye.Ewî bang kirîye, ku girtîya û merivên r’evandî aza berdin. “Usa jî pêwîste, ku lez îzinê bidine t’eşkîletên hûmanîtarî ku ew bin kontrolêda h’emû gava biavêjin bona ku alîk’arîya doxtirîyê bidine meriva û wana ji nexweşîyê bip’arêzin”,-ewî gotîye.Pêdêrsên hazirî e’lam kirîye, ku ewê him t’evî h’ukumatê û him jî t’evî opozîsîyayê bixebitin, ku dijî koronavîrûsê şer’k’arîyê bikin. R’oja yekşemê li Sûrîyayê merivê bi koronavîrûsê nexweş hate dîtinê. Hema wê r’ojê jî Sûrîyayê p’êwendîyên hewêye navnet’ewî dane sekinandinê.Transporta civakî jî naxebitin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button