H’emû nûçe
Sazbendên Sêrbîyayê qirar kirine li malê bimînin
Sazbendên Sêrbîyayê qirar kirine li malê bimînin, û ew onlayn xebata xwe dikin, bi wê yekêva t’evayî r’azalixî e’lamî t’emaşevana û doxtira dikin.Cara bi sirê vîdêok k’etîye întêrnêtê, ya ku meriv dane şakirinê.Vê carê jî sazbendên t’êatroa Sêrbîyayêye miletîyê ji malên xwe e’frandina “Bella Ciao” qedandine. “Em ji t’emaşevanên xwe r’azîne.Em r’azîbûnê e’lamî hevalk’arên xweye Îtlîyayê, Îspanîyayê, Fransîyayê, Almanîyayê dikin. Em ji wan meriva r’azîne, yên ku li malê dimînin, em r’azalixîyê e’lamî wana dikin, yên ku dixebitin, ku em bêqezîyabin”,-sazbenda nivîsîyne.