SerekeSîyasî

ŞAY K’urdistanê çê dike:Qamişlo dikare li ser h’idûdbe

Wextê ku t’emamîya dinîyayê dijî koronavîrûsê şer’k’arîyê dike, li bakûrê Sûrîyayê bûyerên girîng diqewimin, yên ku dikarin bona t’emamîya herêmê encama bihêlin.
Serokê ŞAY Donald T’ramp’ dibêje,wekî serokê T’irk’îyayê Êrdog’an yê ku pêşda hîvîkirina wîye bo îmzekirina qayîlnivîsara aşîtîyêye t’evî k’urda înk’ar kiribû, niha hazire wê yekê bike.
“Min digot ku t’evî k’urda qayîlnivîsarê îmzekin.Êrdog’an nedixwest, k’urda jî nedixwest.Paşê wana zona wa gotî bêqezîyabûnê saz kirin”,- weşana Fox News -da T’ramp’ gotîye. “Paşê wana dîsa şer’ destpê kir û h’al xirav bû, welatên başqe jî t’ev bûn.Niha ez dibêjim qayîlnivîsarê îmze bikin. Ew jî niha dibêjin baş, emê îmze bikin”,- serokê ŞAY gotîye.
Gelo t’irk û k’urd wê qayîlnivîsarê îmzekin û k’engê ew yek wê bibe? T’irk’îya nikare bêyî berdaxustina berbi qayîlnivîsarê her’e, û pirs ewe, ku gelo T’irk’îya bona çi hazire. Gelo qayîlnivîsar têr’a dibîne, ku li bakûrê Sûrîyayê yektîke k’urda sazbe? Gelo R’ûsîya û Sûrîya çi cûr’eyî nêzîkî vê pirsê dibin, yên ku dibêjin,wekî pirsa sereke p’arastina yektîya têrîtorîyayên Sûrîyaêye?
Çendekî pêşda wezîrê R’ûsîyaêyî p’arastinê Sêrgêy Şoygû çûbû Sûrîyayê, yê ku t’evî Başar Esed pirsên leşkerî gotûbêj kirine. Pêşîya wê yekê R’ûsîya û T’irk’îya ku hevr’a p’evk’etibûn ku t’evayî r’îya Sûrîyaêye M4 kontrol bikin, lê hema dawîya kontrolkirinê du leşkerên t’irk hatibûne kuştinê, lê wextê kontrolkirina duem jî du leşker birîndar bûne.
T’irk nava protêstokirinada k’omên cîhadîsta gunek’ar dikin, yên ku e’lam kirine, ku ew qayîlnivîsarên li Moskvayê îmzekirî nas nakin. Hinek p’êşekzan jî dibêjin,wekî k’urd li piş wan sekinîne.
Gelo seredana Şoygûye li cem Esed dide k’ifşê,wekî R’ûsîya dikare ji kontrolkirina t’evî T’irk’îyayê paşda bisekinine, heger t’irk bi piştgirîya ŞAY k’urdar’a p’evk’etine? Yan R’ûsîya dixweze dîrek t’evî Esed bixebite û zona t’esîra eskerên Sûrîyayê bide berfirekirinê û bo wê yekê pêwîste ne t’enê eskerê t’irka, lê usa jî k’urda ji bakûrê Sûrîyayê bide derxistinê?
Pêşîya wê yekê Êrdog’an dicêr’iband R’ûîyayê û Amêrîkayêr’a p’evk’eve. Êrdog’an digot,wekî li Qamişloyê û Dêyr Zorê r’êsûrsên neftê hene, k’îjana k’urd didine xebatê.Bi gotina wî, ç’e’vê Amêrîkayê li ser wan bîrên neftêye, lê bîrên li Qamişloyê ç’e’vê R’ûîyayê sere. Êrdog’an pêşnîyarî Pûtîn kirîye, ku bi alîk’arîya nefta stendî kompanîyayê sazkin, lê heger R’ûsîya piştgirîya fînansî bide, ewê bikaribin Sûrîya wêranbûyî bidine sekinandinê. Bi gotina wî Pûtîn t’u bersivek nedaye.
Êrdog’an hazirî e’lamkirîye, ku pêşnîyara wî cûr’eyî li T’ramp bike, heger R’ûsîya wê yekêr’a qayîlbe.
Lragir.am

Zêdetir nîşan bide
Back to top button