H’emû nûçe

Dermanê ji alîyê hevaltîya Nûbar Afêyanda çêkirî li ser 45 merivên saxlem tê cêr’ibandinê

Hevaltîya ji alîyê bîznêsmênê e’yan Nûbar Afêyanda sazkirî û dermanê ji alîyê wêda çêkirî îdî serê du h’evtîyaye ku êtapa lêk’olînêye e’wlinr’a derbaz dibe. Derheqa wê yekêda Nûbar Afêyan wextê gotûbêjkirina zindî gotîye. Bi gotina wî derman li ser 45 r’ezedilvanên saxlem tê cêr’ibandinê, yên ku p’araveyî ser sê k’oma bûne û her k’omek cûr’ê xwe derman distîne, bona ku bidine zelalkirinê, ku çiqas derman gerekê bê dayînê û çiqas bêqezîyaye.Hela hê gerekê êtapa t’êstkirinêye duda derbazbe, peyî k’îjanêr’a heger h’emû tişt normalbe, yan dawîya havînê yan jî destpêka payîzê îdî mecalê hebe lêk’olîna berfire destpêkin.H’etanî wî çaxî învêstîsîyayên mezin gerekê bêne kirinê. Nûbar Afêyan usa jî serda zêde kirîye,wekî nêzîkî du salaye, ku hevaltîya wî dijî koronavîrûsê dixebite û pêşîya destpêbûna koronavîrûsa t’eze dermanê cêr’ibandinê li cem wan hebûye, yê ku dîsa dijî koronavîrûsêye.Em bîr bînin,wekî piştî destpêbûna vê vîrûsê 42 r’oj derbaz bibûn, ulmdarên Çînistanê koda vîrûsê belav kirin.Ji sedî zêdetir p’êşekzan t’evî hazirkirina derman bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button