H’emû nûçeSereke

Çînistan komplêk’tên dezgehên nû bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê dide K’urdistanê

Wezîrê K’urdistanêyî saxlemîxweykirinê Saman Barzancî e’lam kirîye,wekî Çînistanê dem û dezgên doxtirîêye nû bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê bide Herêma K’urdistanê.Wextê prêss-konfêransa t’evayî, ya t’evî konsûlê Çînistanêyî li herêmê,wezîr şer’k’arîya Çînistanêye dijî koronavîr’ûsê bilind qîmet kirîye û gotîye,wekî Çînistan welatê e’wline ku piştgirîya doxtirîyê dide herêmê.Barzancî usa jî derheqa h’alê li K’urdistanê, yê girêdayî nexweşîya koronavîrûsêr’a r’aber kirîye û gotîye,wekî nexweşên bi koronavîrûsê ji der hatine K’urdistanê û wî cûr’eyî li herêmê ew nexweşî belav bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button