SerekeSîyasî

“ŞAY sîstêma “Patrîot” li K’urdistanê cîwar dike”

Hatîye r’agîhandnê,wekî ŞAY sîstêmên p’arastina hewêye “Patrîot” li baza xweye li Hewlêrê û usa jî baza xweye li Ambarê cîwar dike, bo p’arastina eskerê xwe.Wek’îlên amêrîkî û îraqîye leşkerî e’lam kirine,wekî du sîstêm gihîştine Îraqê, yek li baza Ambarê, lê yek jî li baza Hewlêrêye.Hatîye e’lamkirinê,wekî dîsa du sîstêm hene, yên ku wê ji bazayên ŞAY-ye li K’ûvêyt’ê bînin lê hela hê e’yan nîne, ku ewê li k’îderê bên cîwarkirinê.Kanîyên leşkerîye înformasîyon usa jî e’lam kirine, ku seroketîya Îraqê girêdayî vê gava ŞAY-r’a ner’ih’ete, çimkî ew nizanin ku r’êaksîya Îranê wê çi cûr’eyîbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button