H’emû nûçe

Sed aparatên bo dayîna hewê, 6O h’ezar t’êst:sîstêma Ermenîstanêye saxlemîxwekirinê wê bi dezgehên nûva bê r’azîkirinê

Bi sedirtîya Nîkol P’aşînyanê serekwezîr li h’ukumatê civîna komîsîya koordînasîyon, ya xebatên şuxulk’arîya dijî belavbûna koronavîrûsê derbaz bûye.Wezîrê saxlemîxweykirinê Arsên T’orosyan berê e’wlin derheqa nexweşên bi koronavîrûsê xeberdaye.Hatîye gotinê,wekî van r’ojên nêzîkda sîstêma Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê wê bi dezgehên nûva bê r’azîkirinê, bi t’aybetî sed aparatên bona dayîna hewê, 6O h’ezar t’êst û eşîyaên doxtirîyêye mayînva. Paşê gavên şuxulk’arîya dijî belavbûna koronavîrûsê û usa jî pirsên êkonomîkî hatine gotûbêjkirinê. Bi t’omerîkirina van pirsa, serekwezîr pr’ojeya qirara anegor r’aber kirîye, bi h’esabhildana pêşnîyar û lênihêr’andinên gotûbêjkirî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button