H’emû nûçe

Yektîya Avropayê nava şer’k’arîya dijî koronavîrûsê piştgirîyê dide Ermenîstanê

Nava doranên şuxulk’arîya dijî belavbûna koronavîrûsê, komîsîya Avropayê piştgirîyê dide welatên hevk’arîya r’ohilatê û 14O mîlîon yêvro p’ara vekirîye, nava wanda usa jî bona h’ewcetîyên Ermenîstanê.Derheqa wê yekêda ji ofîsa Yektîya Avropaêye li Ermenîstanê r’agîhadine.Xêncî wê yekê komîsîya Avropayê wê h’etanî bahê 7OO mîlîon yêvro bona milahîmkirina zyana sosîyal-êkonomîkîye li t’emamîya r’êgîyonê r’ûê koronavîrûsêda pêşdahatî bide xebitandinê. “Em gerekê h’emû tiştî bikin, ku t’esîra koronavîrûsêye li ser jîyana meriva bidine milahîmkirinê. Ew yek usa jî wê piştgirîya h’ewcetîyên sîstêmên saxlemîxweykirinê bike, wê alî k’omên civakêye ze’yîf û bîznêsa biç’ûk û navîn bike”,- wek’îlê Yektîya Avropaêyî pirsên cînartîyê û berfirebûnê Olîvêr Varhêlî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button