H’emû nûçeSereke

Li du bajar’ên bakûrê Sûrîyayê koronavîrûs belav bûye

Nexweşîya koronavîrûsê li bajar’ên bakûrê Sûrîyayêyî Ras Al Aynê û T’êl Abyadê bi massayî belav bûye.Derheqa wê yekêda miqaledarê leşkerîyî r’ûsî li Sûrîyayê Olêg Bloxîn e’lam kirîye.Ewî gotîye,wekî li wan herdu bajar’a ew nexweşî gelek belav bûye û gelek meriv jî wefat dibin.Ev herdu bajar’ jî bin kontrola k’omên têr’orîstîdanin, yên ku piştgirîya T’irk’îyayê dikin.Herdu bajar’ jî li ser h’idûdê Sûrîyayê û T’irk’îyayêne.Bloxîn gotîye,wekî ew înformasîya hema ji k’urdên wan bajar’a stendîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button