H’emû nûçe

Sînorkirinên nava r’ojên qeydederda bi deh r’ojava hatine dirêjkirinê

Sînorkirinên nava doranên h’alê qeydederî li Ermenîstanê, yên bona îzinnedayîna belavbûna koronavîrûsê, bi deh r’ojava hatine dirêjkirinê û ewê diha zêde bêne berk’kirinê.Derheqa wê yekêda cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan wextê prêss-konfêransê gotîye. “Dirêjkirina r’êjîma wî cûr’eîye bi deh r’oja, wê alî me bike ku em bi êfêktîvî wan meriva bibînin,yên ku t’evî nexweşa k’etine nava konktakê û emê wana başqekin.Meremê me ewe, ku em van têxnologîya bidine pêşxistinê, û em t’êstkirina bidine zêdekirinê. Nava deh r’ojên pêşîya meda diqewime stratêgîya bê guhar’tinê û sînorkirin diha bêne berk’kirinê.T’evî qewatên polîsîyayê wê qewatên sîstêmên başqe jî bixebitin, ku k’ardarîya kontrolê diha bilindbe”,-Avînyan gotîye. Bi gotina wî bona sekinandina belavbûna koronavîrûsê, h’emû gavên ji alîyê h’ukumatêda avîtî li ser h’îmê ulmîne. Tîgran Avînyan gotîye,wekî heger h’ukumatê gavên wî cûr’eyî neavîtana, sînorkirin t’unebûna, wî çaxî ji yekê adarê destpêkirî nêzîkî 9O selefê binelîya wê nexweşbûna.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button