H’emû nûçe

Li Ermenîstanê merivê çara ji koronavîrûsê wefat bû

Li nexweşxana “Nork’ê”-ye înfêksîon merivê çara wefat bûye.Derheqa wê yekêda k’atiba prêssyaê, ya wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê Alîna Nîkog’osyanê gotîye. “Jina 89-salî bi koronavîrûsê nexweş bû. Lê xêncî wê yekê li cem wê nexweşîyên xronîk hebûne, nava wanda hîpêrtonîya û nexweşîya şekir.Mixabin,r’ûê wan nexweşîyên wêda nikaribûne e’mirê wê xilazkin”,- Nîkog’osyanê r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.Em bêjin,wekî ji koronavîrûsê merivê e’wlin li Ermenîstanê 26-ê adarê wefat bû. Du meriv jî 29-ê adarê wefat bibûn.Em bîr bînin,wekî h’etanî duh êvarê h’ejmara nexweşa li Ermenîstanê gihîştibû 571 merivî. Duh Nîkol P’aşînyanê serekwezîr e’lam kirîye,wekî ji wan nexweşa, h’alê 3O-î merivî girane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button