SerekeSîyasî

R’ûyê bombebarandinên T’irk’îyaêye li bakûr-r’ohilatê Sûrîyayê du leşkerên dewleta Sûrîyayê hatine kuştinê, hinek jî birîndar bûne

R’ûyê bombebarandinên T’irk’îyaêye li bakûr-r’ohilatê Sûrîyayê du leşkerên dewleta Sûrîyayê hatine kuştinê, hinek jî birîndar bûne. Derheqa wê yekêda “K’urdistan 24”-ê r’agîhandîye.Xêncî leşkera binelîkî e’dil jî hatîye kuştinê, lê şeş leşker jî birîndar bûne. Leşkerên birîndar birine xistexana bajar’ê T’al-T’emîrê, ya ku 3O-î kîlomêtrî dûrî Serêkanîyêye.Çend binelîyên cî jî birîndar bûne û bi deha malbet cîguhastî li bajar’ê Hesekê bûne.Nava vê h’evtêda k’omên ku piştgirîya T’irk’îyayê dikin, çend neh’yên li bakûrê Sûrîyayê dane ber t’opa, nenihêr’î wê yekê,wekî Organîzeya Net’ewên Yekbûyî banga bona agirbestê kirîye û hêzên Sûrîya Dêmokratîk agirbest e’lam kirine.R’oja çarşemê jî çar binelîyên e’dil nava encmên t’opbarandinêda birîndar bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button