Hatiye ragîhandinê, wekî hukumeta Japonê 30.6 mîlîon dolar bona çekirina nehiya êzdiyaye Şengalê dane, ya ku nava encamên êrîşa DAÎŞ ê da zyanê ketiye. Ev alîkraî nava doranên programa Orgenîzeya Netewên Yekbûyî da tê mîyaserkirinê. «Dewleta Japonê 41 mîlîyon dolar bona dasekinandina nehyên Îraqêye zyanêketî başqe kirine»,- baylozê Japonêyî li Îraqê Naofûmî Haşîmîto gotiye. Nava dorana programê da hukumata Japonê ji sala 2014 ada bona dasekinandina nehyên Îraqêye wî cûreyî 540 mîlîon dolar başqe kirine. Şengal ji 3 ê tebaxa sala 2014 ada ji aliyê DAÎŞ êda hatibû dagirkirinê, lê mijdara sala 2015 ada, nava encamên opêrasyona berfireh da hatiye azakirinê.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close