CîhanCivakLêk’olînSîyasî

Gelo em heya niha derheqa koronavîrûsê da çi nizanin?

Nenihêrî wê yekê ku gelek ulmdar roja îroyîn koronavîrûsa nû lêkolîn dikin, gelek pirs hê bêyî bersiv dimînin. Awa em ji wana çend heba bînin ber çava:

1.Çend meriv bi koronavîrûsa nû nexweş ketine?

Li dinyayê hejmara nexweşên bi koronavîrûsê êdî ji mîlyonekî derbastir bûye. Feqet gelek meriv hene, li cem kîjana ew nexweşî bêyî tu nîşanekî heye û şika wan jî naçe ser ku ew nexweşin.Çiqasin mervên wî cûreyî? Bersiva vê pirsê licem tu kesî tune. Doxtirê Aûstrîayêyî sereke Brêndan Mêrfîn hesab dike ku hejmara nexweşa wê 5-10 cara zêdetir be.

2. Bi çiqasîva ev nexweşî dibe menîya mirinê?

Derheqa dereca mirinêda hejmarên cûre-cûre hene. Bi hesabên niha tê kifşê ku ji merivên nexweş selefek wefat dibe. Lê eger em wan meriva jî hesab bikin, yên ku nizanin ku ew nexweş in, usa dertê ku bi rastî mirin gelek nîne. Bi hesabên The Lancet Infectious Diseases ê dereca mirina ji wê nexweşiyê 0,66 selef e.

3. Nava pirsa belavbûna koronavîrûsêda rola zaroka çi ye?

Tê hesabê, wekî li cem zaroka ji wê nexweşiyê dijwarî pêşda nayên, lê usa jî dikare bibe ku zarok dikarin wê nexweşiyê belav bikin. Niha şedetiyên wî cûreyî tunene ku rola zaroka nava belavkirina nexweşiyêda mezin e, usa jî şedetî tunene ku zarok ji wê nexweşiyê parastîne. Mînaka wî cûreyî li Fransîayê bû, li kîderê keçeke 16 salî ji koronavîrûsê wefat bû, nenihêrî wê yekê ku li cem wê nexweşiyên kronîk tunebûn.

4. Gelo koronavîrûsê havînê paşda vekişe?

Bersiva wê pirsê jî hê tune. Persim û nexweşîyên wî cûreyî diha gelekî mehên zivistanê belav dibin, lê hê eyan nine ku germbûna hewê wê hukumî li ser belavbûna koronavîrûsê bike, yan na? Lazim e bidne kifşê ku li welatên germ jî roja îroyîn ew nexweşî heye, lê li wan welata diha hindik belav dibe, ne ku li welatên mayîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button