CîhanCivakSîyasî

Tenê li cem 11 meriva nexweşiya koronavîrûsê îzbat bûye:Nîkol Paşînyan

Li gorî hesabên 6 ê insane, sibe seheta 11:00 a, tenê li cem 11 meriva nexweşiya koronavîrûsê îzbat bûye û ew yek behseke baş e. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr rûpelê xweyî Fasebook êda gotiye û serda zêde kiriye ku 263 welatî hatine têstkirinê. Paşînyan usa jî gotiye, wekî behseke xirab jî heye: “Welatîkî 68 salî wefat bûye, yê ku rûyê pişikada wefat bûye, lê bi texmîn menî koronavîrûs bûye.Lê li cem wî usa jî nexweşiya şekir, nexweşiya dil û pirsgrêka xwîna mejûva girêdayî hebûne”. Bi gotina Paşînyan tê bêjî têmpên belavbûna nexweşiyê kêm dibin û ew yek behseke baş e. Bi gotina wî hesabên îro wê gelekî grîng bin, lê encamên têsta wê sibê eyan bin. Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî eger bi rastî ew têmp nimiz bin, wî çaxî ew gavên ku hetanî niha tên avîtinê badîhewa nînin. Lê eger usa be, bi gotina serokwezîr, rêjîma niha wê bere-bere bê sistkirnê û emê derheqa jîyana herrojeda bifikirin. Lazime ku sînorkirina nava vê hevtêda xweyî bikin û ew sînorkirin encamên baş didin. «Eger dînamîka vî cûreyî be, usa ye me mezmezikê nexweşiyê şikênandiye»,- Paşînyan gotiye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button