H’emû nûçe

“Min bi ç’e’vên xwe dîtîye…” :P’aşînyan derheqa sîlih’ên nûda daye dîyarkirinê

Bi dayîna caba pirsa welatîkî, ku çêkirina komplêk’sa senaya leşkerî nava k’îjan êtapêdane, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye,wekî sê r’oj pêşda ewî bi ç’e’vên xwe tiştekî nebînayî dîtîye. “Ez dixwezim derheqa be’sekêda bêjim, ya ku bi r’astî sur’e. Çend r’oj pêşda tiştekî senaya Ermenîstanêye leşkerî min bi ç’e’vên xwe dîtîye û ew yek şe’detîyê dide,wekî li Ermenîstanê senaya leşkerî li ser dereca nûye. Ew nimûne ne t’enê yê we’dê nihaye, lê pêr’a jî bêjim,wekî ew ji sifir li Ermenîstanê hatîye berevkirinê”,-P’aşînyan gotîye.Bi gotina wî heyîna wê nimûnê şe’dtîyê dide,wekî li Ermenîstanê profêsîyonal hene, yên ku dikarin sîlih’ên leşkerî ji sifirda çê bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button