H’emû nûçe

Ew çi ku P’aşînyan dîtibû wê t’emamîya dinîyayê bibîne:eşîyayên Ermenîstanêye leşkerî wê bê deranînê

Senaya Ermenîstanêye leşkerî zûtirekê wê derê sûka navnet’ewî.Derheqa wê yekêda,wextê r’asthatina t’evî r’ojne’mevana, wezîrê Ermenîstanêyî têxnologîyayên bilin Hakob Arşakyan gotîye. “Ew sîlih’ên we’dê nihaye. Potênsîyala wî cûr’eyî li Ermenîstanê heye û ew bi t’emamî li Ermenîstanê hatîye çêkirinê”,-Arşakyan gotîye. Ewî daye dîyarkirinê,wekî wextê civîna komîsîya senaya leşkerîye zûtirekê, cûr’ên hazir wê r’aberî serekwezîr jî bikin.Wezîr guman e’lam kirîye,wekî zûtirekê Ermenîstanê bikaribe bi eşîyayên xweva li welatên der xwe r’aberke.Em bîr bînin,wekî şeşê nîsanê Nîkol P’aşînyan wextê dayîna caba pirseke welatîkî gotibû,wekî sê r’oj pêşda ewî tiştek dîtîye, lê ew sur’e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button