H’evtê nîsanê koalîsîyona navnet’ewîye bi serk’arîya ŞAY bazake leşkerî jî t’eslîmî eskerê Îraqê kir, ya ku li r’ojavayê Beg’dayêye.Hatîye r’agîhandnê,wekî ew baza t’eslîmî dîvîzîya Îraqêye şeşa kirine û ew yek nava encamên dîyaloga dualîda hatîye kirinê.Nava van h’evtîyên dawîda koalîsîyona bi serk’arîya ŞAY çend bazayên xweye leşkerî hiştin û t’eslîmî îraqîya kirin, pêr’a jî e’lam kirin,wekî îraqî niha dikarin bi xwe dijî têr’orîsta şer’k’arîyê bikin.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close