H’emû nûçe

Nava qewilên koronavîrûsêda çi cûr’eyî îndêk’sa pasportên dinîyaêye here qewat hatîye guhartinê:pasporta Ermenîstanê bi xalekê pêşda çûye

Îsal meha çileda navnîş hatibûne belavkirinê, k’îjanêda pasportên welatîyên Japonîyayê yên here qewat bûn, çimkî bi pasportên Japonîyayê mecal heye li 191 welata biqesidin. Feqet niha 93 selefên binelîya r’ûê koronavîrûsêda k’etine nava qewilên başqe, h’al hatîye guhr’tinê. Nava navnîşa nûda Japonîya dîsa cîyê pêşindane. Peyî Japonîyayê Sîngapûr, Almanîya û Korêya Başûrin. Cîyê çarada Lyûk’sêmbûrg, Îspanîya, Îtalîya û Fînladîyayê cîyê xwe girtine. Avstrîya û Danîya cîyê pêncadanin.Meha çilda Ermenîstan cîyê 81-da bû û bi pasporta Ermenîstanê mecal hebû li 62 welatada biqesidin. Anegorî h’esabên îro Ermenîstan k’etîye cîyê 8O-yî, çimkî welatîyên Ermenîstanê îdî dikarin li 63 welata biqesidin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button