H’emû nûçe

Çêkirina bajar’ê înjênêrîyê wê havîna sala îsalin destpêbe

Xebatên çêkirina bajar’ê înjênêrîyê wê îsal destpêbin.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî têxnologîyaêyn bilind Hakob Arşakyan gotîye.Ewî daye dîyarkirlnê,wekî xebatên li ser e’rdê wê îdî îsal destpêbin, yan havînê, yan jî destpêka payîzê.Ew bajar’ wê li ser e’rdê di navbera k’olana Moldovakanê û r’îya berbi Gar’ênîyê bê çêkirinê.Ev progiram ya pêşxistina goveka têxnolocîyên bilinde, bo ku Ermenîstan li herêmê bibe merk’eza înjênêrîye lêk’olînkirina ulmî.Têr’a tê dîtinê ku bajar’ê înjênêrîyê wê piştgirîyê bide t’eşkîletên înjênêrîyê ku deranîna xwe bidine berfirekirinê û nava goveka têxnolocîyên bilindda t’eşkîletên nû sazkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button