SerekeSîyasî

Me’sûd Barzanî: t’unekirina DAÎŞ-ê gerekê bibe pirs sereke

Lîdêrê k’urdî e’yan û serokê partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Me’sûd Barzanî e’lam kirîye,wekî t’unekirna DAÎŞ-ê gerekê bona h’emûya çawa pirsa sereke bimîne.Nava e’lametîya xweda, ya ku piştî êrîşa li ser t’abîyên pêşmerga, ewî belav kirîye.Me’sûd Barzanî bang kirîye, ku gerekê wê pirsê çawa pirsa girîng h’esabkin. “Ez serxweşîyê didime malbetên pêşmergên şih’îdk’etî, yên ku duh êvarê li Kolaxoyê şih’îd k’etine”,-Me’sûd Barzanî gotîye.Bi fikira wî ev êrîşa DAÎŞ-ê şe’detîya wê yekê dide,wekî DAÎŞ mîna berê bona meriva qezîyayê r’aber dike.Bi vî cûr’eyî t’unekirina têr’orîzmê gerekê bona K’urdistanê, h’ukumata Îraqê û koalîsîyona navnet’ewî bibe pirsa here girîng”,-Me’sûd Barzanî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button