SerekeSîyasî

Asosîyasîya lêk’olînên k’urdî bona dersên zimanê k’urdîye onlayn vekirine

K’omeleya lêk’olînên k’urdî dersên zimanê k’urdîye onlayn destpê kirine.Merk’eza k’omeleyê li Stembolêye û ew ders wê ji 15-ê nîsanêda destpêbin. Ji h’ezarî zêdetir meriva xwestina xwe dane dîyarkirinê, ku onlayn zimanê k’urdî hînbin.Sedirê k’omeleyê Êyûp Sûbaşî gotîye, wekî ewê niha dersên zimanê k’urdî bi întêrnêtê bidin, çimkî qezîya koronavîrûsê heye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî h’ewask’arîya wê yekê heye û me derheqa wê yekêda pêncê nîsanê e’lam kirîye.H’etanî nîvro îdî 1O48 merivî xwestine ku t’evî dersabin. “Her dersxanek wê ji 4O merivîbe.27 dersxanada wê h’etanî 24 mamoste dersa bidin”,- Sûbaşî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button